Ji Kurdên Rûsyayê ji bo penaberan alîkarî

Ji Kurdên Rûsyayê ji bo penaberan alîkarî

Heyetek ji Civaka Êzîdiyên Rûsyayê û Saziya Mezopotamyayê ku li Rûsyayê xebatan dimeşîne ji bo kesên ku ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn û li herêmên cuda bi cih bûn alîkarî berhevkirin û gihandin Başûrê Kurdistanê. Serokê saziyê diyar kir ku ji bo belavkirina alîkariyan bi saziyên têkildar re ketine têkiliyê û got ku wê kampan jî ziyaret bikin.

Berpirsê Saziya Mezopotamyayê Refîq Reşoyan ji ajansa RojNewsê re axivî û diyar kir ku Kurdên Rûsyayê di van rojên zehmet de li gel xwişk û birayên xwe ne û got ku wan alîkariyek ji bo wan berhev kirine. Refîq Reşoyan got: “Bi hewldana hevpar a her du saziyan re alîkariyên di navbera Kurdên Rûsyayê de hatin berhevkirin me îro gihand Başûrê Kurdistanê. Ji bo ev alîkarî bigihêjin kesên hewcedar em hewl didin. Em di mehên havînê de ne û hêviya me ev e ku ev alîkarî hewcedarî û êşa wan kêm bike. Em bi saziyên têkildar re di nava têkiliyê de ne. Piştî teslîmkirinê em li kampan rewşa dawî wê tespît bikin û biçin serdana hemû kampan.

Berpirsê Civaka Êzîdî ya Rûsyayê Andranî Reşoya jî diyar kir Kurdên Rûsyayê jî wek hemû Kurdên li Dîasporayê êşa gelê Kurd hîs dikin û got: “Kurdên Rûsyayê yên ku ev 200 sale li Rûsyayê dijîn êşa Kurdan ji kûrahî hîs dikin.  Armanca me ev e ku em alîkariyan bigihînin xwişk û birayên xwe. Ji bo me Êzîdî, Misliman û Xiristiyan ferq nake. Em ji bo hewcedariya hemû penaberan xebatên dimeşînin.”