Ji Kurdên li Rûsyayê civîna "pêvajoya çareserî û aştiyê"

Ji Kurdên li Rûsyayê civîna "pêvajoya çareserî û aştiyê"

Kurdistaniyên li Civata Dewletên Yekbûyî dijîn, ji bo bi awayekî çalak cihê xwe de pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd de bigirin, civînek bi beşdariyeke berfireh lidar xistin û wê du rojan dewam bike.

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, bi mijarên Konferansên Aştî û Çareseriya Demokratîk ên li Enqere, Amed û Brukselê hatin lidarxistin û pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li paytext Rûsyayê Moskowayê civînek lidar xistin. Di civînê de li gel sazî rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê, gelek kesayetên navdar ên Kurd amade bûn.

Di civînê de ji Kazakîstan, Azerbaycan, Ûkrayna û gelek bajarên Rûsyayê gelek Kurdistanî amade bûn. Civîna îro danê sibê li mala Kurdan a paytext Moskowayê destpê kir, wê du rojan dewam bike. 

Di civînê de yek ji endamê komîteya amadekar a Konferansa Çareseriya Aştiyane ya li Brukselê rojnamevan Selahattîn Soro jî der heqê konferansê de pêşkêşiyek kir.

Di civînê de wê li ser rol û mîsyona Kurdistaniyên li Civata Dewletên Yekbûyî ya ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, bê rawestin. Di civînê de her weha wê pirsgirêkên Kurdistanên li vê qadê dijîn bên nirxandin û hewl bê dayîn ji pirsgirêkan re çareserî were dîtin.