Ji KCK’ê peyama sersaxiyê

Ji KCK’ê peyama sersaxiyê

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, der heqê êrişên bombeyî yên li navçeya Hatay Reyhanliyê daxuyaniyek li çapemeniyê belav kir û destnîşan kir, ku bûyerên hovane yên li navçeya Reyhanliyê, ku rê li ber mirina bi dehan mirovan û birîndarbûna bi sedan kesan vekir, bi ti awayî feydê nade têkoşîna aştî, biratî, demokrasî û azadiyê.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin, ku di dîroka Rojhilata Navîn û Kurdistanê de pêşketinên girîng rû didin û weha hat gotin; “Bi azadbûna gelên Rojhilata Navîn re, wê mirovahî careke din li kok û cewhera xwe vegere. Dewlemendiya qewmî, çandî û mezhebî di roja îro de ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve weke sedemeke pevçûnê tên bikaranîn û ev yek polîtîkayeke qirêj e. Divê hemû dewlemendiya gelan bibin, sedema jiyaneke azad, demokratîk û wekhev. Li gel azadiya nasname û baweriyan, dê aştî, aramî û biratiyeke rastî, têkûz bibe.”

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye û destnîşan kir, ku ev pêvajo ji bo tevahiya gelên herêmê, bawerî û civakan, bingeheke xurt e.

KCK’ê destnîşan kir, ku bi vê têgihiştinê, êrişên  hovane yên li navçeya Reyhanliyê, ku rê li ber mirina bi dehan mirovan û birîndarbûna bi sedan kesan vekir, bi ti awayî feydê nade têkoşîna aştî, biratî, demokrasî û azadiyê.

Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin, “Ji kîjan ol, bawerî û civakan dibe bila bibe, ya rast hemû pirgsirêk derveyî dijwarî û şer, bi rêbazên siyasî û têkoşîna demokratîk bên çareserkirin. Em di wê baweriyê de ne, ku têkoşîna hevpar û biratiya gelan a xwe dispêre kokên dîrokê, wê hemû astengî û zehmetiyên li pêşiya lêgerina aştî, azadî û demokrasiyê, ji holê rakin.”

Di peyama KCK’e de ji malbatên kesên di êrişên hovane yên li Reyhanliyê jiyana xwe ji dest dan re sersaxî hat xwestin û ji birîndaran re jî şîfa.