Ji Însiyatîfa Gel a Amedê banga ji bo hilbijartinên DTSO

Ji Însiyatîfa Gel a Amedê banga ji bo hilbijartinên DTSO

Însiyatîfa Gel a Amedê, der heqê hilbijartinên Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang kir, ku piştgirî ji namzetên di lîsteya şîn de ne, were dayîn.

Di daxuyaniya Însiyatîfê de weha hat gotin, "Pêvajoy aSiyaseta Demokratîk û Çareseriya Demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo destpê kiriye, ji bo me karê sereke ye ku li her qada jiyanê bicih bike. Ji ber vê yekê, ji berê bêtir em girîngiyê didin rêxistinên civakî yên sivîl. Rêxistinên civakî yên sivîl, civata girîng a siyaseta demokratîk in. Lewra em pêvajoyên hilbijartin û kongreyan ên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Kurdistanê ji nêz ve dişopînin. Em dixwazin namzetên bi nirxên têkoşîna 40 salan re dilsoz in, di nava rêxistinên civakî yên sivîl de bên cihê girîng."

Însiyatîfê da xuyakirin ku gelek namzetên ti eleqeya wan bi tevgera Kurd a demokratî û welatparêz re tine ne, hewl didin van nirxên me ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û bên qonaxekê û weha hat gotin:

"Di hilbijartinên herî dawî yên Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê de, namzetê bi navê Mehmet Kaya û ekîba wê, ku xwe weke "Hewldana karsazên welatparêz" bi nav dike, ti eleqeya wan bi vê ve tineye û di rastiyê de, bi pergala Tirkiyê ve girêdayî ne û dixwaze "welatparêziyê" ji bo xwe bikar bîne. Ti eleqeya Mehmet Kaya û ekîba wî, bi tevgera Kurd a demokratîk û welatparêz re tineye. Hewldana "Karsazên welatparêz" jî xapandinek ji bo raya giştî ye. Em bang li van derdoran dikin ku dest ji vê helwesta xwe berdin û li dijî nirxên têkoşîna 40 salan dernekevin. Em bang li hin karsazên me yên ji dil ên di nava vê komê de dikin, ku careke din li ser rewşa xwe bifikirin."

Însiyatîfa Gel a Amedê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku ewê di hilbijartinan de piştgiriyê bidin namzetên di "lîsteya şîn" de cih digirin.