Ji IMF'ê ji bo Ûkraynayê krediya 'rizgariya ji îflasê
Fona Pere ya Navneteweyî (IMF), wê bi armanca 'rizgariya ji îflasê' krediyên nû bide Ûkraynyaê ku ji ber şerê navxweyî di nava krîzeke cidî ya aboriyê de ye.
Fona Pere ya Navneteweyî (IMF), wê bi armanca 'rizgariya ji îflasê' krediyên nû bide Ûkraynyaê ku ji ber şerê navxweyî di nava krîzeke cidî ya aboriyê de ye.
Fona Pere ya Navneteweyî (IMF), wê bi armanca 'rizgariya ji îflasê' krediyên nû bide Ûkraynyaê ku ji ber şerê navxweyî di nava krîzeke cidî ya aboriyê de ye. Li gorî daxuyaniya Seroka IMF Chrîstîne Lagarde wê ji Ûkraynayê re bi 17,5 mîlyar dolarî alîkariya krediyê bê kirin.
Di berdêla van krediyên nû yên tê îdîakirin ji bo ji nû ve zindîkirina aboriya Ûkraynayê tê dayîn de, ji Kîevê tê xwestin ku hin rêze reforman pêk bîne. Der heqê van reforman de agahiyeke zelal bi dest neket, lê belê li gorî Seroka ÎMF'ê Chrîstîne Lagarde, 'şensê serketinê' yê bernameya alîkariyê bilind e.
Pakêta alîkariyê ya nû, wê bikeve şûna pakêta alîkariyê ya par soza wê ji Ûkraynayê re hatibû dayîn. Hat ragihandin ku IMF dixwaza alîkariyan bigihîne heta 40 mîlyar dolarî. Krediyên ji 17,5 mîlyar dolarî jî parçeyek ji alîkariya mezin e.
Di vê navberê de, Ûkrayna divê ji 70 mîlyar dolar deynê xwe yê derve, beşa 11 mîlyar dolarî heta dawiya vê salê bide.