Ji ENKS'ê agahiyên gava yekemîn tên

Ji ENKS'ê agahiyên gava yekemîn tên

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) nûnertiya xwe ya ji bo Lêvegera Siyasî ku ji 12 kursiyan pêk tê, diyar kirin. ENKS’ê 10 kursî ji partiyên siyasî û 2 kursî ji kesayetên serbixwe re diyar kirin. her wiha jin jî bêpar hiştin. Rojnamevanan jî ji ber danûstandina endamên civînê bi daxuyaniyekê biryar girtin ku encamên civînê neşopînin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) civîna xwe ya îro ku li salona konferansan a girêdayî Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ya li bajarê Qamişlo li dar xist û ji çapemeniyê re girtîbû, bi dawî kir. Civîn sibe jî wê berdewam bike  û navên ku wê di lêvegera siyasî de cih bigirin bêne diyarkirin.

Di civîna îro de ENKS’ê 12 kursiyên xwe ji bo nûnertiya Lêvegera Siyasî diyar kirin û herêmên Kobanê, Efrîn, Heleb û jin ji nûnertiyê bêpar man.

Di peywendiyeke ajansa nûçeyan ANHA ya li gel Sekreterê Partiya Demokatîk a Kurd li Sûriyeyê Nesredîn Îbrahîm got ku di civînê de 10 kursî ji bo partiyên ENKS’ê hatin diyarkirin. Ji van kursiyan 2 ji bo Partî Demokratî Kurdistan-Sûriye (PDK-S) û 8 kursiyên din jî ji bo partiyên din ên ENKS’ê hatin diyar kirin. her wiha ji bo kesayetên serbixwe jî 2 kursî hatin diyarkirin.

Îbrahîm destnîşan kir ku tevî daxwaza jinan di nûnertiya Lêvegera Siyasî de jin bêpar man.

Li gorî agahiyan  her wiha herêmên Kobanê û Efrînê jî bêpar mane. Li ser pirsa der barê nûnertiya van her du herêman de Îbrahîm wiha got: “Me nûnertiya van her du herêman ji bo qonaxa duyemîn dereng xistiye û me ev yek ji çapemeniyê re hê jî diyar aşkera nekiriye.”

Hêjayî gotinê ye, nûçegihanên gelek dezgehên çapemeniyê ji ber danûstandina ne baş a endamên ENKS’ê bi rojnamevanan re, bi daxuyaniyekê biryar girtin ku encamên civîna ENKS’ê neşopînin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) di 14-22’ê Cotmeha buhrî de li bajarê Duhokê li hev civiyan. Di encamê de ji bo avakirirna Lêvegereke Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê, hevpeymanek di navbera wan de hate îmzekirin.

Diviyabû her du alî piştî ku ji Duhokê vegiriyan li hev bicivin û nûnerên xwe ji bo Lêvegera Siyasî diyar bikin. Lê ji ber hin nakokiyên di nava partiyên ENKS’ê de ev civînê heta niha dereng ma.