Ji doza ‘KCK’ê ya Bazîdê 4 tehliye

Ji doza ‘KCK’ê ya Bazîdê 4 tehliye

Doza “KCK’ê” ya Bazîdê ku 4 jê girtî 16 kes tên darezandin, îro rûniştina dozê li 4’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Erziromê hate dîtin û 4 kes serbest hatin berdan.

Di 3’ê Kanûna 2011’an de li navçeya Bazîda Agiriyê polîsan di bin navê “KCK’ê” de di ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin. 4 jê girtî 16 kesên ku doz lê hate vekirin, îro rûniştina dozê li 4’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Erziromê hate dîtin. Di rûniştinê de 4 jê girtî 12 kes, malbat û parêzer tevlîbûn.

Heyeta dadgehê destpêkê parastina kesên têne darezandin girt. Di parastina ku bi rêya werger hate kirin de, heyetê di nav de Alîkarê Şaredarê Bazîdê Mehmet Babayîgît jî heyî biryara berdana 4 kesan da.

Hemû girtî di çarçoveya dozê de hatin berdan, Alîkarê Şaredarê Bazîdê Mehmet Babayîgît jî, ji ber sedema cezayê wî yê sala 2009’an misûger bûyî nehate berdan.