Ji ciwanên Kurd lîmonên "terorîst"
Ji ciwanên Kurd lîmonên "terorîst"
Ji ciwanên Kurd lîmonên "terorîst"
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Malmo dijîn, ji bo bala raya giştî bikşîne ser kampanya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serî li rê û rêbazên cûda dan. Ciwanên Kurd, ji her kesên mora xwe avêtin binê kampanyayê, li gel broşurê lîmoneke bi nivîsa "Hûn dizanin, lîmon li Tirkiyê dibe sedema 7 salan cezayê girtîgehê" belav kirin.
Kurdistaniyên li Malmo dijîn, bi armanca balkişandina ser kampanya ji bo azadiya Ocalan, serî li rêbazeke pedagojîk dan. Bi vê kampanyayê re tê xwestin, nêrina li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd were asayîkirin. Bi vê armancê ciwanên Kurd her hefte rojekê li cihekî cûda yê bajêr çalakiyê lidar dixin û dixwazin xwe bigihêjînin tevahiya raya giştî ya li bajêr.Kampanya ji bo azadiya Ocalan piştgiriyeke mezin a gelan û bi taybetî jî ya gelê Swêdê digire.
KAMPANYA LÎMONAN LI PÊWENDIYEKE MEZIN RAST TÊ
Ciwanan dan xuyakirin ku kampanya wan a bi rêbaza lîmonan li pêwendiyeke mezin rast tê û diyar kirin ku ev yek dibe sedem ku mirov kampanyayê mor bikin. Ciwan dibêjin ew bi zanebûn Lîmon bu belavok "Hûn dizanin" li beşdarên kampanyayê belav dikin û got, "Em bi tenê lîmonan belav nakin. Ji bo belavokan li dolaba xwe ya qeşayê daliqînin, me bi şiklê wêneyan amade kir. Armanca me ew e ku yên îmzeya xwe didin me û lîmonan digirin, propaganda me bikin."
LÎMON LI TIRKIYÊ SEDEMA SÛC E
Ciwanan dan xuyakirin ku wan bi zanebûn nivîsa "Lîmon li Tirkiyê dibe sedema 7 sal cezayê girtîgehê" nivîsandine û ji kesên kampanya ji bo azadiya Ocalan mor dikin re em dibêjin, "Em dixwazin Lîmona bi mora 'teror' bidin we." Ciwan dibêjin, li beramberî vê daxwaza me rûyê mirovan dikene û dibêjin; "Ji ber ku di çapemeniyê de li ser Kurdan sansur heye, raya giştî baş Kurdan nas nake. Em di nûçeyan de dibînin ku polês û çalakger pev diçin, lê sedema vê pevçûnê zêde dernakeve pêş. Ji ber vê yekê, ji bo em xwe bidin naskirin, şert û mercên em tê de dijîn û li çi rast tên, ji raya giştî re nîşan bidin, serî li vê rêbazê didin. Û em dibêjin, hûn tiştên di vê belavokê de hatine nivîsandin dizanin? Û hûn dizanin ku ev lîmona we rahiştiyê ye, li Tirkiyê dibe sedema 7 sal cezayê girtîgehê?"
Ciwanan diyar kirin ku li gel kampanya Lîmonan wan platformeke vekirî jî ava kirine û destnîşan kirin ku em mirovan bi tenê agahdar nakin, di heman demê de tevlî kar dikin.