Ji ciwanên Amûdê ji bo azadiya Ocalan meş

Ji ciwanên Amûdê ji bo azadiya Ocalan meş

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Amûdê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li gundên Siceqa Sadûn û Girê Xêlid meşek girseyî lidar xist.


Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Amûdê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li gundên Siceqa Sadûn û Girê Xêlid meşek girseyî lidar xist. Meşvan ji gundê Sinceqê ber bi gundê Girê Xêlid ve meşiyan, di meşê de ciwanan posterên Ocalan û alên kurdî hildan û sloganên dilsoziya bi Ocalan re qêriyan.

Li gundê Xêlid, bi beşdariya şêniyên gund, meşa ciwanan veguherî mitîngê, di mitîngê de endamê Meclîsa Gel Ehmed Zilfo ji girseyê re axivî û bal kişan ser girîngiya çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û destnîşan kir ku çi projeya aştiyê bê Ocalan biser nakeve.

Endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Jiyan Mihemed jî axivî. Jiyan, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di nameyên xwe de jin û ciwan wek hîmên bingehîn ên serkeftinê destnîşan kirine. Jiyan wiha berdewam kir: "Emê ji bo azadiya rêberê xwe her tim di nava têkoşîn û xebatê de bin ta ku armancên xwe bicîh bînin."