Ji bo welatiyên Kobanê ji Swîsre û Stenbolê alîkarî
Ji bo welatiyên Kobanê ji Swîsre û Stenbolê alîkarî
Ji bo welatiyên Kobanê ji Swîsre û Stenbolê alîkarî
Li Pirsûsê ji bo welatiyên ji Kobanê hatine û nêzî 3 meh e bi ruhê seferberiyê xebat tên kirin. Komeleya Başkalê ya Stenbolê û ji bajarê Zûrîhê yê Swîsre gelek alîkarî hat û li Konbajaran hat belavkirin.
Li Pirsûsê ji bo welatiyên ji Kobanê hatine û nêzî 3 meh e bi ruhê seferberiyê xebat tên kirin. Koordînasyona Navendî ya Şengal û Kobanê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava ya ji bo welatiyên ji Kobanê û Şengalê koçber bûne û hatine xebatên xwe didomîne. Alîkariyên ji çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê tên bi awayekî pergal û organîze belav dikin. Komelaya Başkalê ya Stenbolê û ji welatê Swîsre bajarê Zûrîhê gelek alîkarî hat û li Konbajaran belav dikin. Ji Komeleya Başkale ye Stenbolê 36 hezar paketê taştê, 480 sobeyên ceryanê, 2500 cil û bergên zarok û jinan anîn. Ji Swîsreyê jî malzemeyên paqijiyê hatin û her wiha welatiyê bi navê mela Mihemed Çetîn jî ji bajarê Wanê bi meaşê xwe 1500 goreyên zarokan kirî teslîmî komeleyê kir.
Piştî alîkarî hat teslîmkirin di bi hevkariya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, endamê Kobanê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava Farûk Tatlî û bi alîkariya berpirsyaran hat belavkirin.