Ji bo şervanê YPG'ê Yakup Bîlîr mewlûd hate dayîn

Ji bo şervanê YPG'ê Yakup Bîlîr mewlûd hate dayîn

Ji bo şervanê YPG'ê Yakup Bîlîr (Dilşer Dilovan) ê di roja 24'ê Cotmehê di pevçûna navbera YPG û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dabû mewlûd hate dayîn.

Li Eywana Dawetê ya Aştî a navçeya Rezan a Amedê ji bo şervanê YPG'ê Yakup Bîlîr (Dilşer Dilovan) ê di roja 24'êcotmehê di peçûna navbera YPG û çeteyên DAIŞ'ê de ji dest dabû mewlûd hate dayîn. Di mevlûdê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û KCK'ê hatin vekirin. Rêveberên MEYADER'ê, DBP, Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî tevlî mewlûdê bûn. Dayika Bîlîr, Sultan Bîlîr xêrhatina hemû kesên beşdarî mewlûdê bûne kir û wiha got:"Yakup kurê min bû niha şehîdê tevahiyê Kurdistanê ye. Bila serê kurdan sax be."

Piştî xwendina mewlûda bi kurdî xwarin hat belavkirin.