Ji bo şervanê YPG'ê Ekîncî li Êlihê mewlûd
Ji bo şervanê YPG'ê Ekîncî li Êlihê mewlûd
Ji bo şervanê YPG'ê Ekîncî li Êlihê mewlûd
Ji bo Şervanê YPG'ê Îlyas Ekîncî (Azad Mêrxas) bi tevlibûna gelek kesan mewlûd hat dayîn.
Ji bo Şervanê YPG'ê Îlyas Ekîncî (Azad Mêrxas) ê ku di 3'yê Kanûnê de li Kobanê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Êlihê mewlûd hat dayîn. Mewlûd bi tevlîbûna endamên DBP, HDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER gelek nûnerên saziyên civakî yên sivîl û welatiyan li Mala Çarşiyê hat dayîn. Piştî xwendina mewlûdê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin.
Hevserokê MEYA-DER'ê Şukru Baytar diyar kir ku îro li Kobanê berxwedaneke bêhempa tê meşandin û bi sedan ciwanên Kurd ji bo azadiya Kobanê canê xwe didin. Baytar destnîşan kir ku gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li Kobanê navê xwe di dîroka cihanê de nivisandiye û hatine naskirin.
Piştî axaftina Baytar, mewlûd bi dayîna xwarinê bi dawî bû.