‘Ji bo şer rû nede, em gelekî hesas bûn’

‘Ji bo şer rû nede, em gelekî hesas bûn’

Koma duyemîn a gerîla ya ji Botanê gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê da xuyakirin, ku di vekişînê de ew li tevgera leşker û cerdevanan rast hatine. Komê got, “Ji bo şer dernekeve, çi ji dest me hat bi hesasiyeteke mezin, me bicih anî.“

Li dû hatina koma yekemîn, heyeta duyemîn jî ji Botanê gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê. “Meşvanên Çareseriya Demokratîk“ ji eyaleta Botanê 9 rojan meşiyan û xwe gihandin Herêmên Parastina Medyayê. Ji bo koma 15 gerîla ku, 5 jê gerîlayên jin e, îro danê sibê saet di 08.00 de merasîmek pêşwazîkirinê hate lidarxistin. Hatina gerîla û merasîma pêşwazîkirinê ji aliyê gelek saziyên çapemeniyê ve hat şopandin.

‘DI DEMA VEKIŞÎNÊ DE ASTENGIYA LEŞKERΑ

Li ser navê komê Seyda Gebar axivî û got, “Bi koma xwe ya ji 15 gerîlayan em hatin herêma Başûrê Kurdistanê. Me xwe amade dikirin şerê gel ê şoreşger ê par destpêkiribû, di sala 2013’an de derxe asteke bilindtir. Di çarçoveya şerê gel ê şoreşger de, me li eyaleta Botanê gelek herêm xistin bin kontrola xwe. Me yê di sala 2013’an de ev destkevtî zêdetir bikira. Lê li ser banga Rêberê me, em hatin başûr. Eger Rêberê me nebûya, ev vekişîn nedibû.“

Gebar der heqê vekişînê de ev agahî da: “Em fedayiyên gel û rêberê xwe ne. Gava em vedikişiyan, liv û tevgera leşkerî û cerdevanan hebû. Bi kurtasî di dema vekişînê de hem astengiya ji ber hêzên dewletê hebû hem jî ji ber şertên hewa astengî hebû. Ji ber vê yekê meşa 6 rojan, gihaşt 9 rojan.”

'TI BENDEWARIYA ME JI DEWLETÊ NÎNE'

Berdevkeke din a komê Sosin Alan jî got, „Me xwe ji bo pêngava 2013’an amade dikir. Li Botanê amadekariyeke me ya bi vî rengî hebû. Tevahiya zivistanê me xwe ji bo şer amade kirin. Têkiliya me bi hevalan re tinebû. Me li ser vê bingehê amadekariyên xwe dikir. Ji bo qanihkirina hevalan, me gelekî zehmetî kişand. Rêveberiya rêxistinê di vî warî de ket nava hewldanan. Em di bin fermana Rêberê xwe de ne, em Rêberê xwe vala dernaxînin. Weke hêzên HPG û YJA, ji bo nekevin şer gelekî bi hesas tevgeriyan. Bi vî rengî em tevlî pêvajoyê bûn. Ti bendewariyeke me ji dewletê tineye.“