Ji bo "Şehîdên Meha Gulanê" mewlûd

Ji bo "Şehîdên Meha Gulanê" mewlûd

Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê pêşeng û gerîlayên PKK'ê yên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan bi tevlêbûna hezaran kesan bibîr anîn. 

Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê bi boneya bîranîna endamên PKK'ê yên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane li salona Dawetê ya Tesîsên Demirokê mewlûd da malbatên endamên PKK'ê. Li salona ku bi hezaran kes amade bûn de pankartên "Em hemû şêhîdên Kurdîstanê bi bîr tînin", "Berxwedan Jiyan e" vekirin û posterên Pêşengên PKK'ê vekirin. 

Bernameya mewlûdê bi xwendina mewlûdê ya bi kurdî dest pê kir. Piştre ji bo kesên di têkoşîna azadî u demokrasiyê de jiyana xwe je dest dane rêz hat girtin û axaftin hatin kirin. Piştre ji bo endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane dua hatin xwendin. Rêveberê MEYA-DER'ê Medenî Aktar, diyar kir ku meha Gulanê meha şehîdan e û wiha got: "Em di şexsê heval û hogirê Hakî Karer û hemû şehîdên Kurdistanê bejna xwe li ber hemûyan ditewînin û emê rêça wan berdewam bikin. Aktar, da zanîn pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah daye destpêkirin gelek bi wate û girîng e û xwest her kes li vê pêvajoyê xwedî derevin. 

Piştî axaftinan sinevizyona li ser jiyana endamên PKK'ê hat pêşandan.