Ji bo ROJ, MMC û Nûçe TV kampanya îmzeyan

Ji bo ROJ, MMC û Nûçe TV kampanya îmzeyan

Li dijî biryara tarîkirina televîzyonên Kurd ROJ, MMC û Nûçe TV, kampanya îmzeyan destpê kir. Îmzeyên bên berhevkirin wê ji rayedarên Danîmarkî re bên şandin.

Li hemberî biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê ya 3'ê Tîrmehê ya betalkirina lîsansên weşanê yên ROJ, MMC û Nûçe TV û cezayê pereyan ê giran, nerazîbûn dewam dikin. Li dijî girtina 3 qenalên televîzyonê yên Kurd, bi rêya medya sosyal kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

Kampanya îmzeyan ji ser malpera http://imza.la/kurt-halkinin-sesi-roj-tv-mmc-nuce-tv-susturulamaz/liste/ tê meşandin.