Ji bo protestokirina êrîşên DAIŞ’ê rêya Cizîr-Nisêbînê hate girtin

Ji bo protestokirina êrîşên DAIŞ’ê rêya Cizîr-Nisêbînê hate girtin

Li navçeya Şirnex a Cizîrê ciwanan êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya duh ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kobanê pêk anîn protesto kirin û rêya Cizîr-Nisêbînê li trafîkê girtin. Ciwanan nasname kontrol kirin û li gelek cihan di navbera wan û polîsan de pevçûn rû dan.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, li navçeya Şirnex Cizîrê bi sedan ciwan bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku duh ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Kobanê pêk hatin û desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ’ê, çalakî li dar xistin, rêya Cizîr-Nisêbînê li trafîkê girtin û nasnameya kontrol dikin.

Çalakiya ciwanan a kontrolkirina rê berdewam dikin û li deverên Koprubaşi, Otogar û Doryol ên navçeyê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn hene. Polîsan bi ava şid, bombeyên gazê êrîşê ciwanan kirin. Ciwanan jî bi molotofkokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Pevçûnên li navçeyê berdewam dikin.