Ji bo Ozdel ê hat qetilkirin li Dersimê çalakî
Ji bo Ozdel ê hat qetilkirin li Dersimê çalakî
Ji bo Ozdel ê hat qetilkirin li Dersimê çalakî
Qetilkirina Rojhat Ozdel ê li Geverê ji aliyê polîsan ve li Dêrsimê hat şermezarkirin.
Komek endamên YDG’ê yên li Taxa Gazîk a Dêrsimê hatin gel, qetilkirina Rojhat Ozdel ê li Geverê ji aliyê polîsan ve şermezar kirin. Ciwanan bi fîşekên hewayî û molotofkokteylan li hember Qereqola Gazîk çalakî li dar xistin. Piştî fîşekên hewayî û molotofkokteyl hatin avêtin, ji qereqolê dengê 4 guleyan hat. Polîsên ku derdora taxê dorpêçkirin, Hatin Cadeya Sêwasê, bi ava şid û gaza îsotan êrîşî ciwanan kirin. Ciwanên ku bend danîn bi fîşekên hewayî, bombeyên destan, molotofkokteyl û keviran bersiv dan.
Di dema bûyeran de gelek wesayît ji ber molotofan ku di nav agir de man, ji aliyê TOMA’yan ve hatin vemirandin. Piştî polîsan qad terikandin pevçûn bi dawî bûn. Ciwan li ber bendên ku danîne çalakiya xwe didomînin.