Ji bo ‘Konferansa Jinan ya Navnetewî’ li Hewlêrê civîna çapemeniyê

Ji bo ‘Konferansa Jinan ya Navnetewî’ li Hewlêrê civîna çapemeniyê

Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane ku têkildarî ‘Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn’ li Hewlêrê civînek ya çapemeniyê li darxist, got: “Konferansa ku em dê bıkın, dê çar perçeyên Kurdistanê bîne gel hev”.

Tevgera Jİnên Azad û Demokratîk (DOKH) ku dê di navbera dîrokên 31’ê Gulanê û 2’ê Hezîranê de ‘Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn’ li darxîne û ji bo pêvajoya siyasî binirxînin, li Bîroya BDP’ê ya Hewlêrê civînek ya çapemeniyê li darxıst.

Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Alîkara Hevseroka BDP’ê Yuksel Mûtlû, ji Nûnertiya Hewlêr ya BDP’ê Şîran Emînoglû tevlî civîna çapemeniyê bûn. Bîrtane di derbarê Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn ku dê di navbera 31’ê Gulan û 2’ê Hezîranê de li Amedê pêkbê û her wiha pêvajoya dawî ya siyasî nirxand û diyarkir ku, armanca konferansê jinên her çar perçeyên Kurdistanê bîne gel heve.

Bîrtane destnîşan kir ku, ew hedef dikin ku weke netew tekoşîna hebûna jinê jî derxînin û anî ziman ku, di xebatên Avakirina Jiyana Azad ya Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin de rolê pêşeng yê jinê heye. Bîrtane aşkera kir ku, pêvajoya aştiya birûmet ku Ocalan daye destpêkirin dê jin jî xwedî lêderbikevin û got: “Jin dê bibin temînata aştiyê.”