Ji bo gêrîlayê PKK’ê Alpaslan mewlûd hate dayîn

Ji bo gêrîlayê PKK’ê Alpaslan mewlûd hate dayîn

Ji bo gêrîlayê PKK’ê Sabagtullah Alpaslan (Şiyar) ku di pevçûnekî sala 1992’an li bejahiya Farqînê jiyana xwe ji dest dabû li Nisêbînê mewlûd hate dayîn.

Ji 3 gêrîlayên PKK’e Sabagtullah Alpaslan (Şiyar) ku di pevçûnek 22’ê Gulana 1992’an de li bejahiya gundê Dagcilar ya navçeya Farqîna Amedê jiyana xwe ji dest dabû, li avahiya BDP’a Nisêbînê mewlûd hate dayîn. Serokê BDP’a navçeyê Abdulbarî Eren,  rêveberên MEYA-DER’ê, aktîvîstên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, rêveberên KURDÎ-DER’ê û gelek kes tevlî mewlûdê bûn. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê dua hatin kirin. Piştre jî mewlûd hate dayîn. Girseyê bênavber sloganên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd rûmeta me ne” qîriyan.

Di mewlûdê de bav Abdulbakî Alpaslan axivî û xwest demek ji demekê zûtir xwîna dirije raweste û dayîk rondikan nebarînin. Alpaslan da zanîn ku, dayîka kurê wî yanî hevjîna wî jî di bin panzerê de maye û jiyana xwe ji dest daye.

Piştre Emriye Ektîren li ser navê Dayîkên Aştiyê yên Nisêbînê axivî û got: “Ez ji ber tekoşîna ku gêrîla bi awayekî namûs li çar perçeyên Kurdistanê dide meşandin û tekoşînekî birûmet û qehremanî ji bo tevayî gelê Kurd didin sipasiyên xwe pêşkêş dikim. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya me ye. Em dayîk dozdar û şopdarên zarok û şehîdên xwe ne.”