Ji bo gerîlayê HPG'ê Kabîşen mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Kabîşen mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Kabîşen mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Îkram Kabîşen (Sîdar Viyan) ê di sala 2009'an de di şerekî li bejahiya gundê Teterqazî yê navçeya Milazgirê de jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn.
Di mewlûdê de li gel endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Rahmî Çelîk, Hevserokê BDP a Mûşê Naîf Erol, Şaredarê Milazgirê Nûrî Balci, Şaredarê Kopê Ziya Akkaya û bi sedan kes amade bûn. Mewlûd bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo têkoşerên di rê azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Piştî mewlûda li binê kon, bi sedan kes ber bi gora gerîlayê HPG'ê Kabîşen ve dest bi meşê kirin. Li dû meşê Hevserokê BDP a Mûşê Naîf Erol li ser gora Kabîşen axivî û bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya bi Newroza 2013'an re li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye. Erol got, "Gaveke girîng a vê pêvajoyê jî, vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê ye. Gerîlayên vekişiyan, çiya ji me re hiştin, em jî weke gel, emê van çiyayan biparêzin."
Piştî axaftinê, bi sedan kes bi dirûşman ber bi kon ve meşiyan. Li binê kon, sînevîzyonek li ser jiyana gerîlayê HPG'ê Îkram Kabîşen (Sîdar Viyan) hat nîşandan. Piştî nîşandana sînevîzyonê, welatiyan xwarina mewlûdê xwarin.