Ji bo gerîlayê HPG'ê Dûrsûn konê sersaxiyê

Ji bo gerîlayê HPG'ê Dûrsûn konê sersaxiyê

Gerîlayên HPG'ê Servet Dûrsûn (Dengtav) ê di şerekî sala 2012'an li Zapê birîndar bûbû û berî niha bi çend rojan jiyana xwe ji dest da, malbata wî li navçeya Elkê konê sersaxiyê veda.

Piştî ku doh HPG'ê da xuyakirin ku gerîlayê wan Servet Dûrsûn bi nasnav Dengtav Loran li gel hemû hewldanên dermankirinê di 15'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest daye, malbata wî li navçeya Şirnex Elkê li Meydana Gel konê sersaxiyê veda. Konê sersaxiyê yê li pêwendiyeke mezin rast hat, wê 3 rojan vekirî bimîne.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê bavê gêrîla Dûrsûn Husnu Dûrsûn axaftinek kir û got, "Kurê min şehîd e. Ez bi kurê xwe serbilind im. Kurê min bi rûmet şehîd ket. Kurê min kurê gelê Kurd, bila serê gelê Kurd sax be. Heta dawiya emrê xwe, ez amade me di têkoşîna gelê Kurd de têbikoşim." Dûre dayika gêrîla Dûrsûn Delîle Dûrsûn axivî û got, "Kurê min bi rûmetdarî şehîd ket, bila serê gelê Kurd sax be."

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Elkê Abdulkerîm Ataman jî di kesayetiya Dûrsûn de hemû têkoşerên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û ji malbatên wan re sersaxî xwest.