Ji bo gerîlayê ARGK’ê Dûrmûş mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîlayê ARGK’ê Dûrmûş mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîlayê ARGK’ê Dûrmûş mewlûd hate dayîn
Ji bo Haşîm Durmuş (Serhat Başkale) ê gerîlayê ARGK'ê yê li Herêma Federal a Kurdistanê di 1997'an de di şer de jiyana xwe ji dest da û agahiyên nasnameya wî rojên buhrî hate aşkerakirin li Taxa Esenler a Wanê mewlûd hate dayîn.
Ji bo gerîlayê ARGK'ê Haşîm Durmuş (Serhat Başkale) ê li Herêma Federal a Kurdistanê di 1997'an de di şer de jiyana xwe ji dest da û agahiyên nasnameya wî rojên buhrî hate aşkerakirin yi Taxa Esenlerê ya Wanê mewlûd hate dayîn. Li cihê mewlûdê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Haşîm Durmuş (Serhat Başkale) û alên YPG'ê hatin daliqandin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Serokê HDP'ê yê Wanê Miraz Çalli, rêveberên MEYA-DER'ê û gelek welatî beşdar bûn. Serokê MEYA-DER'ê Îbrahîm Alkan axivî û kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got ku gelê Kurd wê di rêya têkoşîna wan de bimeşe.
Piştre Uçer axivî û destnîşan kir ku divê xwedî li têkoşîna şervanên ku beriya 30 salan dane destpêkirin derkevin.
Apê Durmuş, Mehmet Emîn Durmuş jî axaftineke kurt kir û wiha got: "Ew tenê şehîdê me nîn e şehîdê hemû Kurdistanê ye."
Mewlûd piştî duayên hatin xwendin bi dayîna xwarinê bi dawî bû.




