Ji bo gerîlayê ARGK’ê Durmuş merasîma girseyî
Ji bo gerîlayê ARGK’ê Durmuş merasîma girseyî
Ji bo gerîlayê ARGK’ê Durmuş merasîma girseyî
Ji bo Haşîm Durmuş ê gerîlayê ARGK’ê yê di 1997'an de li Herêma Federal a Kurdistanê di “Şerê Başûr” de jiyana xwe ji dest da û agahiyên nasnameya wî rojên buhrî hat aşkerakirin konê sersaxiyê hate vedan. Ji bo Leyla Şahîn (Têkoşîn Zîlan) a YPJ'î ya di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da jî li Mûşê ji aliyê malbatê ve mewlûd hate dayîn.
Ji bo Haşîm Durmuş (Serhed Başkale) ê gerîlayê ARGK’ê ku di 1997'an de li Herêma Federal a Kurdistanê di “Şerê Başûr” de jiyana xwe ji dest da û agahiyên nasnameya wî rojên buhrî hatin aşkerakirin li taxa Esenlerê ya Wanê konê sersaxiyê hate vedan. Bi hezaran kesên li Demîrkapi ya Yenî Mahaleyê kom bûn bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo" "Şehîd namirin" berz kirin û heta konê sersaxiyê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ên gerîlayê ARGK’ê Durmuş û alên PKK'ê hatin vekirin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Miraz Çalli, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, hevşaredarên navçeyan, MEYA-DER û rêveberên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdar jî beşdar bûn.
Piştî rêzgirtinê Serokê MEYA-DER'ê ya Wanê Îbrahîm Alkan axivî û diyar kir ku Haşîm Durmiş Şehîdê gelê Kurd e û bangawaziya xurtkirina têkoşînê kir.
Miraz Çalli jî diyar kir Durmuş di 1997'an de jiyana xwe ji dest daye lê îro li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd bi hev re ji bo azadiyê mil bi mil şer dikin.
Dayika Durmuş Perîşan Durmuş jî ev tişt anî ziman: ""Şehîd şehîdê Kurdistanê ye. Heta em sax bin em ê girêdayî têkoşîna wan bin."
Ji bo Leyla Şahîn mewlûd hate dayîn
Ji bo Leyla Şahîn (Têkoşîn Zîlan) a YPJ'î ku li Kobanê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de jiyana xwe ji dest da li bajaroka Rustemgedîk a bi ser navçeya Kopê ya Mûşê ji aliye malbatê ve mewlûd hate dayîn. Mewlûd li mizgefta li navenda bajarokê ye hate dayîn û parlamenterên Mûşê Demîr Çelîk, rêveberên HDP û DBP'ê, nûnerên MEYA-DER'ê û bi sedan welatî beşdar bûn. Ewil meleyan mewlûd xwend û sînevîzyona li serj jiyana Şahîn hatiye amadekirin hate temaşekirin. Piştre ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û Demîr Çelîk axivî. Çelîk got ku gelê kurd bi salan e li ser axa ku lê dijî ligel têkoşîn û daxwaza aştiyê ji aliyê îxtidaran ve bi zora şûr û çekan tê xwestin îradeya wî bê şikandin.
Birayê Şahîn, Yakup Şahîn di mewlûdê de axivî û diyar kir ku yên di doza Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane nemir in û têkoşîna wan ji aliyê hevalên wan ve tê meşandin û spasiyên ku li kesên beşdar bûne kir.
Mewlûd bi xwarinê bi dawî bû.