Ji bo azadiya Ocalan li Qeladizê 13 hezar îmze hatin berhev kirin

Ji bo azadiya Ocalan li Qeladizê 13 hezar îmze hatin berhev kirin

Li Qeladizê di çarçoveya kampanya komkirina îmzeya a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya PÇDK, RJAK û Hemwelatiyên Azad di meşe de heta niha 13 hezar îmze hatine komkirin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkiyê li seranserê Herêma Kurdistanê kampanya îmzeyan hatiye destpêkirin, bi hemû lez û germahiya xwe didome. Di vê çarçoveyê de li navçeya Qeladizê ya bajarê Silêmaniyê di pêşengtiya Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK), Rêkxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev de kampanya hatiye destpêkirin. Kampanya ku li rastî eleqeyek mezin a gel tê bi awayek serkeftî didome. Heta niha li navçeya Qeladizê 13 hezar îmze hatine komkirin.

Li navçeya Qeladizê jî weke hemû deverên din yên Herêma Kurdistanê wê kampanya îmzayan a ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî berdewam bike.