Ji bo azadiya Ocalan girtiyan îmze dan

Ji bo azadiya Ocalan girtiyan îmze dan

Komîteya Amadekar a Însyatîfa Azadiya Ocalan diyar ku girtiyên girtîgeha Hesekê 300 îmze ji bo azadiya Ocalan dan.

Di çarçoveya berhevkirina Îmzeyan ji  bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, girtiyên zindana Hesekê jî 300 îmze ji nava girtiyan berhev kirin. Komîteya Amadekar a kampanya berhevkirina îmzeyan destnîşan kir ku di nava girtiyên ku îmze dane kurd, Ereb û xiristyan hene. Komîteya Amadekar da zanîn ku îmzeyên girtiyan di riya parêzerên ku çûn zindanê gihiştine destê wan.