Ji bo 154 hezar Rojavayî banga alîkariyê
Ji bo 154 hezar Rojavayî banga alîkariyê
Ji bo 154 hezar Rojavayî banga alîkariyê
20 hezar zarok û 6 hezar û 500 pitik têkoşîna jiyanê didin.
Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re ya li Amedê ye, daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku 20 hezar zarok û 6 hezar û 500 pitik jî hene 154 hezar malbatên Kobanê di şertên zehmet de dijîn. Hevserokê Giştî yê Komeleyê Huseyîn Durmaz diyar kir ku ji ber bêrîşên DAIŞ’ê nêzî 154 hezar kesî koç kirine û bang li hemû saziyan kir ku li herêma xwe tevna hevpar a piştevaniyê ava bikin.
Durmaz li avahiya Komaleyê daxuyaniyek da û banga alîkairyê kir. Durmaz da zanîn ku ji Kobanê 154 hezar kesî koç kirine û li cihên cuda yên Tirkiyeyê bicih bûne û piraniya wan ji jin, astengdar, zarok û pitikan pêk tê. Durmaz anî ziman ku bi taybet ji bo zarokan hewcedarî bi mama û şîr heye.
26 HEZAR Û 500 ZAROK Û PITIK DI REWŞEK ZEHMET DE NE
Durmaz wiha berdewam kir: “Gelê me yê Kobanê ji ber zilma DAIŞ’ê koç ber bûne û 35 hezarê wê li Rihayê, 40 hezar li Pirsûsê, 15 hezar li Bêrecûkê, 4 hezar li Siwêregê, 600 li Serêkaniyê, 3 hezar li Hîlwanê, 12 hezar li Hîlwan, 14 hezar û 500 li Amedê, 4 hezar û 800 li Mêrdînê, hezar li Sêrtê, 2 hezar û 500 li Êlihê, 4 hezar û 500 li Şirnexê, 4 hezar li Cizîrê, 2 hezar û 800 li Mîdyatê, 6 hezar û 700 li Semsûrê, 3 hezar û 400 li Meletiyê, 14 hezar li Mûşê, 174 li Bedlîsê, 213 li Wanê bi giştî 154 hezar û 201 kes hatine. Beşek mezin ji jin, kal, pir û zarokan pêk tê. 20 hezar zarok in û temenê wan di navbera 0-3’an de ye. Bi taybet pêwîstiyên zarokan bi şîr û mamayê heye. Her wiha divê dayik û pitik baş bên xwedîkirin.
PÊWÎSTIYA WAN BI XUREKÊ HEYE
Durmaz got ku di asta navneteweyî ji dehan welatî heyet tên serdana Rojavayiyan û li konbajaran pirsgirêka xurek û cil û bergan hatiye çareserkirin.
Durmaz di dawiya axaftina xwe de bang li hemû STK, partî, komele, odeyên pîşeyî, aliyê kar û lijneyan kir ku tevna hevpar a piştevaniya herêmî ava bikin.