Ji ber germê li Hîndîstanê zêdeyî 1.000 kes mirin
Li gelek herêmên Hîndîstanê ji ber germa dijwar zêdeyî 1000 kes mirin. Li hin herêmên welêt, germahî gihîşt 48 pileyî.

Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan li ey aletên Telangana û Andra Pradeş ên li başûrê welêt mirin. Li van herêman, ji hefteyên derbasbûyî û vir ve 1118 kes ji ber germê jiyana xwe ji dest dan.
Pêla germa dijwar a li eyaletên Telangana û Andra Pradeş ji nava meha Nîsanê û vir ve dewam dike.
Li Andra Pradeşê germahî roja Sêşemê derket 47 pileyî. Li vê eyaletê hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 852 kesî.
Rayedarê navenda rêveberiya karesatê yê eyaleta Andra Pradeş Tûlsî Ranî diyar kir ku wan ji rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên hikûmetê xwestine ku bîrên ava vexwarinê bikolin û bi vî rengî wê li bajaran ava vexwarinê li her kesî bê belavkirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê meteorolojiyê hat dayîn, pêla germa zêde wê vê hefteyê jî dewam bike.
Fikar hene ku beriya destpêkirina barana Mûsonê, germahî dijwartir bibe. Tê payîn ku barana Mûson di dawiya meha Gulanê de destpê bike.