Ji Baroyên Bakur li dijî sererastkirina qanûnî ya nû nerazîbûn
Ji Baroyên Bakur li dijî sererastkirina qanûnî ya nû nerazîbûn
Ji Baroyên Bakur li dijî sererastkirina qanûnî ya nû nerazîbûn
Baroyên Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşandin diyar kirin ku çarçoveya mafê lêkolînkirina dosyayan ê parêzeran tê tengkirin û nerazîbûn nîşanî qebûlkirina vê sererastkirina qanûnî ku ji aliyê Desteya Giştî ya Meclîsê ve hate erêkirin, da.
Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha, Dêrsim û Wanê têkildarî sererastkirina nû ya qanûnî daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Daxuyanî bi îmzeya Baroya Rihayê ya ku Berdevka Demê ya Baroyên Bakurê Kurdistanê, ve hate weşandin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo astengiyên ku nahêlin parêzer dosyayan lêkolîn bikin, bê rakirin, baroyên herêmê û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê bi biryarî têkoşîna xwe dimeşînin, lê mixabin bi vê sererastkirina qanûnî ya hate qebûlkirin, bi awayekî ciddî çarçoveya mafê lêkolînkirina dosyayan ê parêzeran tê astengkirin.
DIVÊ HER KES BIZANE KA BI ÇI TÊ TAWANBARKIRIN
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev tengkirina mafê lêkolînkirina dosyayan di heman demê de mafê darizandina adil ji holê tê rakirin û li gorî normên hiqûqa navneteweyî divê kesên têne sûcdarkirin, bizanin ka bi çi tên tawanbakirin û ev yek mafê mirova ne.
Di daxuyaniya ku li ser navê Baroyên Bakurê Kurdistanê hate dayin de hate ragihandin ku ev tengkirina çarçoveya mafê lêkolînkirina dosyayan nayê qebûlkirin û da zanîn ku her çendî parêzer li bendê bûn ev astengî rabin lê astengî zêdetir bûn. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev yek wê rê li ber zêdebûna binpêkirinên mafê mirovan ên li Bakurê Kurdistanê veke.