Ji astengdaran çalakiya bi qurnefîl
Ji astengdaran çalakiya bi qurnefîl
Ji astengdaran çalakiya bi qurnefîl
Astengdarên Amedê di Hefteya Astengdaran a Cîhanê de ji bo balê bikşînin ser pirsgirêkên ku di jiyanê de dijîn çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de astengdaran qurnefîl dan ajokarê otobusan. Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin soza ku pirsgirêkên astengdaran çareser bike da.
Bi minasebeta Hefteya Astengdaran Meclîsa Astengdaran, Komîsyona Astengdaran a KCD'ê, Komeleyên Astengdaran û welatiyên astengdar ji bo balê bikşînin ser pirsgirêkên jiyanî ên astengdaran li pêşiya AZC Plaza ya Ofîsê çalakî pêk anîn. Endamê Lijneya Rêveber a Astengdaran Kadîr Topdemîr axaftinek kir. Hevşaredarê Pêyasê Mehmet Alî Aydin tev li çalakiya astengdaran bû. Piştre astengdaran qurnefîl dan ajokarê otobusên taybet ên gel.
Beriya çalakiyê endamê Desteya Rêveber a Astengdaran Kadîr Topdemîr axivî û got ku çalakiya wan ne protesto ye. Topdemîr, bilêv kir ku li vî bajarî astengdar jî dijîn û ji bo ew pirsgirêkê wan bidin bihîstin ew vê çalakiyê pêk tînin. Topdemîr, pêwîstiya hestiyariya gel anî ziman û got ku armanca wan ew e ku kesên astengdar ne tenê di rojekê de her tim di civakê de bên dîtin. Topdemîr, da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêkan û hemû dînamîkên civakê xebatek bi giştî elzem e. Topdemîr destnîşan kir ku bajar nêzî 120 hezar astengdar hene û got ku ji bo astengdaran pêwîstî ji hişyariya civakê heye. Topdemîr, diyar kir ku bajar li gorî astengdaran nehatiye dîzaynkirin û wiha axivî: " Di dema dîzayna bajêr de divê hemû kes tev li nava xebatê bibe."
Piştî axaftina Topdemîr Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin axivî Aydin, bi lêv kir ku ew weke Şaredariyê hertim li gel welatiyê astengdar in. Aydin, dest nîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên astengdaran dê di nava xebata û di vê mijarê de gel jî ji bo hestiyariyê agahdar bikin. Aydin, bilêv kir ku ew xwe di çareseriya pirsgirêkan de berpirsyar dibînin. Aydin di berdewama axaftina xwe de balkişand ser berpirsyariyên xwe û axaftina xwe wiha domand: " Weke şaredarî çi berpirsyarî dikeve ser milê me em amade ne ku bikin. Rexnedayîna xwe em didin welatiyên astengdar. Nêzikahiya me ji bo çareseriya pirsgirêkê ya civakî em xwe berpirsyar dibînin. Ji bo van pirsgirêkan ji holê rakin em soz didin welatiyê xwe yên astengdar."
Piştî axaftinan welatiyê astengdar ber bi rawestgeha Otobosan ve bi rê ketin û qurnefîl dan ajokarên Otobusa Gel ya Taybet piştre belav bûn.