Ji Amedê bi otobûsan çûn sînorê Kobanê
Ji Amedê bi otobûsan çûn sînorê Kobanê
Ji Amedê bi otobûsan çûn sînorê Kobanê
Bi armanca piştgiriya ji çalakiya nobetê ya 77 roj in didome, 4 otobûs ji Amedê çûn navçeya Pirsûs a Riha.
Di bernameya ku li ber Lîseya Fatîh a li Parka Koşuyolu ya Rezan, Hevserokê Rêxistina Amedê ya DBP’ê Alî Şîmşek, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Dîlek Ocalan, hevşaredarên navçeyan, endamên meclîsa şaredariyê û DBP’yî beşdar bûn. Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Alî Şîmşek diyar kir ku çeteyên DAIŞ 77 roj in, êrîşî Kobanê dikin nikarîbûn bixînin, êrîşên nû dane destpêkirin.
Piştî axaftina Şîmşek DBP’yî li otobûsan siwar bûn û ber bi sînorê Kobanê ve ketin rê.

