Japonya qurbanên erdheja mezin û tsûnamiyê bibîr tîne

Japonya, li tevayî welêt kesên di erdheja 11’ê Adara 2011'an û karesata tsûnamiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr tîne.

Japonya, li tevayî welêt kesên di erdheja 11’ê Adara 2011'an û karesata tsûnamiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr tîne.

Li Japonyayê bi erdheja pela 9 a 11’ê Adara 2011’an ku rê li ber tsûnamiyê vekiribû, paşê karesata santrala nukleerî ya Fûkûşîma pêk hatibû. Ji bo qurbanan îro li gor saeta herêmî 14.46’an deqeyek rêzgirtin pêk hat.

Li Tokyayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Împarator Akîhîto jî di merasîmê de amade bû.

L bajarê Mînamîsanrîkû ku bandora tsûnamî lê pir zêde çêbû, bi hezaran mirovan destên hev girtin û zînciran ji mirovan çêkirin.

Li Japonyayê di erdheja 11’ê Adara 2011’an û piştî wê ku tsûnamî pêk hat 15,828 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 3760 kes jî winda bibûn.

Li herêma Tohoku bajarê Fûkûşîma di Santrala Elektrîkê ya Nukleerê de, di encama erdhej û tsûnamiyê de qeza pêk hatibûn. Di reaktorên ku xesar di wan de çêbibûn radyosyon belav bibû.