Japonya di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de alîkariya malî dike

Hikûmeta Japonyayê da xuyakirin, ku bi armanca destekkirina têkoşîna li dijî rêxistinên Îslamî yên tundraw de, ew ê alîkariya ji 15,5 mîlyon dolarî bike.

Hikûmeta Japonyayê da xuyakirin, ku bi armanca destekkirina têkoşîna li dijî rêxistinên Îslamî yên tundraw de, ew ê alîkariya ji 15,5 mîlyon dolarî bike.

Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Fûmîo Kîşîda diyar kir ku ev pere wê li hewldanên têkoşîna li dijî terora DAIŞ û komên din ên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê, were xerckirin. Alîkariya malî ya wê bê kirin, du qat ji soza Wezîr Kîşîda ya meha Çileyê zêdetir e.

Heman berî tengaviya dîlên Japon Serokwezîr Şînzo Abe dabû xuyakirin ku ew ê bi qasî 200 mîlyon dolarî alîkariya ne leşkerî bide welatên li dijî DAIŞ'ê têdikoş in.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve Yasûhîde Nakayama, tê payîn ku di konferansa têkoşîna li dijî terora global a roja Pêncşemê li Washingtonê de, detayên alîkariya nû aşkera bike.

Hikûmeta Tokyo, heta du dîlên Japon hatin qetilkirin, ji aliyê DAIŞ'ê ve nedihat tehdîtkirin. Lê belê piştî ku dîlê Japon ji aliyê DIAŞ'ê ve hat kuştin, li Japonyayê jî hesasiyeta li hemberî terorê zêde bû.

Japonya bi berçavgirtina Olîmpiyadên Tokyo yên 2020'an re tedbîrên têkoşîna li dijî terorê di ber çavan re derbas dibe.