Îzlandayê serlêdana xwe ya ji bo endametiya YE bi awayekî fermî vekişand
Îzlanda ku di sala 2009'an de serlêdana endametiya Yekîtiya Ewropa (YE) kir, da xuyakirin ku duh ev serlêdana xwe vekişandiye.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê Wezîrê Karên Derve yê Îzlanda Gunnar Bragi Sveinsson ve hat kirin de hat gotin ku biryara li ser vekişandina serlêdana endametiya YE, ji serokê demê Letonya re hatiye ragihandidn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li derveyî Yekîtiya Ewropayê, wê hîn bêhtir ji berjewendiyên Îzlanda re xizmet bê kirin."
Li Îzlandayê ku di sala 2008'an de ket nava krîzeke cidî ya aboriyê, hikûmeta çep a hingî li ser desthilatdariyê bû ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê serlêdan kiribû. Li vî welatî ku demekê ji bo pere li şûna kron bikaranîn Euro hat nîqaşkirin, hikûmeta rast a navendî ya du sal in li ser desthliatdariyê ye, bi gotinên xwe yên dijberiya Yekîtiya Ewropayê re derdikeve pêş.
Li Îzlandaya ji 330 hezar nifûsê, ku çavkaniya herî girîng a debarê masîvanî ye, nayê zanîn ku di vê mijarê de muzakereyên bi Yekîtiya Ewropayê re hatine meşandin, ber bi kîjan alî ve biçin. Di navbera Yekîtiya Ewropa û Îzlanda de di mijara kotaya li ser masîgiriyê de li hev nayê kirin. Ev mijar di muzakereyên endametiyê yên navbera salên 2011-2013'an de qet neketibû rojevê.