Îtalyayê ji bo naskirina Fîlîstînê gava destpêkê avêt

Naskirina Fîlîstînê weke dewletekê, dikeve rojeva baskê jêrîn ê parlamenta Îtalyayê Meclîsa Nûneran.

Naskirina Fîlîstînê weke dewletekê, dikeve rojeva baskê jêrîn ê parlamenta Îtalyayê Meclîsa Nûneran.

Wekîlên Partiya Demokrat ku hevparê mezin ê desthilatdariyê ye, bi alîkariya parlamenterên aprtiyên çep re pêşniyarnameyek ji bo naskirina Fîlîstînê pêşkêş kirin. 

Dihat payîn ku pêşniyarname sibehê pêşkêşî dengdanê were kirin, lê belê ji ber hevdîtinên li ser pakêtên li Civata giştî ya Meclîsa Nûneran, tê payîn ku paket di rojên pêş de bikeve rojevê.

Partiya Yekîtiya Bakur a li mûxalefetê jî da xuyakirin ku heta bi Îsraîlê re peymaneke du aliyan nebe, ew ê pêşniyarnameyên li ser naskirina Fîlîstînê weke dewletekê, qebûl nekin.

ÎSRAÎLÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê ya li Romayê, der barê mijarê de daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşan da.

Di daxuyaniyê de biryar "ne dema xwe ye" hat nirxandin û hat gotin "Naskirin, tevî ku Fîlîstîniyan teşwîq dike, di heman demê de wê Fîlîstînê ji derfetên aştiyeke bi Îsraîlê re vegire."

Piştî ku Parlamenta Ewropayê pêşnûme biryara "li gorî muzakereyê" naskirina Fîlîstînê weke dewletê qebûl kir, di parlamentên Îngilîstan, Fransa, Spanya û Îrlanda de biryarên pêşniyar ên hikûmetan ên ji bo naskirina Fîlîstînê derketibûn holê.

Swêdê jî Fîlîstîn weke dewletê nas kiribû. Weke endamê Yekîtiya Ewropayê, welatê destpêkê Fîlîstîn nas kir Swêd bû. Welatên din ên Yekîtiya Ewropayê Polonya, Romanya, Macarîstan, Komara Çekê, Bûlgarîstan, Komara Rûm a Qibrisê û Malta jî beriya bibin endamên Yekîtiyê, biryara naskirinê dabûn.