Îtalya ji bo ewlekariyê nêzî 5 hezar leşkerî dixe nava tevgerê

Îtalya, ji ber zêdebûna êrîşên li Ewropayê bi hezaran leşkerî dixe nava tevgerê.

Îtalya, ji ber zêdebûna êrîşên li Ewropayê bi hezaran leşkerî dixe nava tevgerê. Wezareta Karên Hundir, ji bo parastina gelek avahiyên cemaweriyê, Vatîtan û nûnertiyên dîplomatîk wê 4 hezar 800 leşkerî wezîfedar bike.

Di daxuyaniya ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat ragihandin ku ji ber êrîşên terorê yên li Parîs û Kopenhagenê, ji bo çareserkirina pirsgirêka ewlekariyê wê giranî ji yekîneyên leşkerî re bê dayîn. Li gorî vê yekê, bi taybetî wê li sazî û avahiyên di bin rîska êrîşê de ne û kolanên qelebalix, yekîneyên leşkerî werin wezîfedarkirin.

Li gorî nûçeya di medya Îtalyayê de cih girt, bi qasî 500 ji van leşkeran wê li paytext Romayê werin wezîfedarkirin. Yekîneyên leşkerî tevî Vatîkanê wê nûnertiyên dîplomatîk, sînagog û dibistanên Yahûdiyan, cihên tûrîstîk û qadên dîrokî biparêzin.

Paytexta Îtalya Roma, bi taybetî ji ber hebûna Vatîkanê di nava sînorên bajêr de xwedî girîngiyekê ye. Herî dawî di hin malperên olî yên tundraw de peyamên gefê li Dêra Katolîk û Papa Francis dixwin, hatibûn weşandin.