Îtalya der barê herikîna koçberan de rêbazên nerm û aqilane dixwaze

Îtalya dixwaze, ji bo herikîna koçberan bi rêkûpêk pêk were, rêbazên nerm û aqilane bikevin meriyetê.

Îtalya dixwaze, ji bo herikîna koçberan bi rêkûpêk pêk were, rêbazên nerm û aqilane bikevin meriyetê.

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Paolo Gentîlonî li bajarê Swîsre Bernê peyivî û anî ziman ku ji bo koçberên tên Îtalyayê bi serbestî bigerin, divê nêzîkatiyeke nerm were nîşandan.

Gentîlonî diyar kir ku ew ne temaşekerên çareseriyê ne, di nava çareseriyê bi xwe de cih digirin û da zanîn ku di mijara derbasbûna koçberan de dibe ku Îtalya alîkariyê bide Swîsreyê.

Di nava meha Gulanê de Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî ji Serokdewleta Swîsreyê Sîmanetta Sommûrûga ragihandibû ku di mijara koçberan de ew ê destekê bidin diyaloga bi Yekîtiya Ewropayê re.

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Paolo Gentîlonî da xuyakirin ku divê gera bi serbestî were ewlekirin, lê belê nêzîkatiyeke nerm û bi aqilane bê nîşandan.