Însiyatîfa Gel banga tevlêbûna bîranînên 18'ê Gulanê kir
Însiyatîfa Gel banga tevlêbûna bîranînên 18'ê Gulanê kir
Însiyatîfa Gel banga tevlêbûna bîranînên 18'ê Gulanê kir
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Amedê, ji bo çalakiyên 18'ê Gulanê yên bîranîna têkoşerên Kurd û şoreşgerên Tirkiyeyê yên jiyana xwe ji dest dane, banga beşdariyê kir.
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Amedê, bi wesîleya 18'ê Gulanê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser asta dîrokî ya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê di roja îro de gihaştiyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna PKK'ê, gelê Kurd hatiye roja îro û weha hat gotin; "Heta roja îro gelek berdêl hatin dayîn, gelek êş hatin kişandin. Di nêzîkbûna gelê Kurd a ewçend li azadiyê de, para herî mezin a şehîdên me ye. Ew qasidên herî mezin ên pêvajoya îro ya aştiyê ne. Wezîfeya dikeve ser milê me jî, serxistina vê têkoşînê di xeta şehîdan de ye."
Însiyatîfa Gel a Demokratîk di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya meha Gulanê û 18'ê Gulanê û ev nuqte destnîşan kir: "Ji Leyla Qasimlo ta Denîzan, ji Îbrahîm Kaypakkayayan heta şehîdên tevgera me, meha Gulanê di dîroka Kurdistan û Tirkiyê de xwedî cihekî gelekî girîng e. Ji ber vê girîngiyê Rêberê me û partiya me ev meh weke meha şehîdan îlan kiriye. Di serî de Hakî Karere, Xelîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Çar Stêrk, Hozan Mizgîn, Şîrin Elemhûlî, Ferzad Kemanger û hemû şehîdên meha Gulanê û tevahiya şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û em careke din soz dikin ku têkoşîna wan bibin serketinê."
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Amedê bi vê têgihiştinê bang li herkesî kir ku beşdarî çalakî û bîranînên 18'ê Gulanê bibin.