Îngilîz wê mûxalîfên Sûriyeyî li Tirkiyeyê perwerde bikin

Îngilîstan jî tevlî peyama perwerdeya leşkerî ya ji bo komên çekdar ên mûxalefetên Sûriyeyê bû.

Îngilîstan jî tevlî peyama perwerdeya leşkerî ya ji bo komên çekdar ên mûxalefetên Sûriyeyê bû.

Meha Sibatê, Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo perwerdekirina komên çekdar ên mûxalefeta Sûriyeyê peymanek kiribûn.

Tê payin ku di çarçoveya vê bernameya sê salan de 15 hezar şervan bên perwerdekirin. Ji van 5 hezar kes wê li baregeheke leşkerî ya li bajarê Tirkiye Kirşehîrê bên perwerdekirin.

Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê artêşa Îngilîz li Tirkiye û welatên din mûxalefetên “nerm” ên Sûriyeyê yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin perwerde bikin.

Wezîrê Îngilîz Michael Fallon ragihand ku yên ku divê li dijî DAIŞ’ê şer bikin hêzên herêmî bi xwe ne û da zanîn ku ji bo hêzên baş ên ku bikarin li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer bikin, alîkarî bidin.