ÎHD’ê ciwanê leşkeran birîndar kir ziyaret kir

ÎHD’ê ciwanê leşkeran birîndar kir ziyaret kir

Heyeta Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê ciwanê bi navê Reşît Kirt ê ji aliyê leşkerên Qereqola Jendermeyan a Abalı ya Licê ji çeneya xwe birîndar bû ziyaret kir.

Heyeta ji Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD’ê û Serokê Giştî ya Şaxa Amedê Racî Bîlîcî, Nûnerê Herêmê Abdusselam Înceoren, endamên Desteya Rêveber a Prz. Abdullah Zeytun û Prz. Yusuf Erdogan pêk hat, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Gazî Yaşargîl Reşît Kirt ê ji aliyê leşkeran ve hat birîndarkirin û malbata wî ziyaret kir.

Li gor agahiyên şahidên bûyerê leşkeran di mesafeyeke kurt gule berdane Kirt ê ji bo tedawiyaa diranên xwe xwestiyê bê Amedê .

ÎHD’ê diyar kir ku wek parêzvanên mafê mirovan ji bo welatiyên di encama êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest didin an jî tên birîndarkirin, çi ji destê wan bê wê bikin û got, “Em bûyera îro rû da bi tundî şermezar dikin û em destnîşan dikin ku em ê şopdarê wê bin.”