ÎHD: Alîkariya ji Kobaniyan re sûc be her kesî ev sûc kiriye
ÎHD: Alîkariya ji Kobaniyan re sûc be her kesî ev sûc kiriye
ÎHD: Alîkariya ji Kobaniyan re sûc be her kesî ev sûc kiriye
Li hember girtina birîndarên Kobanê û xwediyê mala têde dihat dermankirin, nerazîbûn zêde dibin. Hevseroka Şaxa Riha ya ÎHD’ê Nalan Durdu bi gotina, “Heke dermankirina birîndaran sûc be, her kesê alîkarî daye 198 hezar Kobaniyan ev sûc kirine” diyar kir ku girtin li dijî mafê mirovan e.
Li hember Kobaniyên birîndar ên destpêkê li naxweşxaneya Riha hatin dermankirin û paşê dermankirina wan li malekê dewam kir, operasyon hat destpêkirin. Di operasyonê de 6 birîndar 3 refakatvan û xwediyê malê hatin binçavkirin. Piştî 48 saetan binçavkirinê, ji Kobaniyan 5 birîndar û xwediyê malê Mustafa Çîçek bi hinceta, “endamê rêxistina terorê ya ne qanûnî” hatin girtin. ÎHD’ê diyar kir ku girtin li dijî mafê mirovan e.
Têkildarî mijarê Hevseroka Şaxa Riha ya ÎHD’ê Nalan Durdu got, “Birîndar ne bi rêyên dij qanûnî, di bin çavdêriya AFAD’ê de û bi ambulansa dewletê hatine û got, “Heke alîkariya ji birîndaran re sûc be û wek endamtiya rêxistina terorê tê dîtin wezîfedarên dewletê jî ew sûc kirine.”
Durdu der barê xwediyê malê Mustafa Çîçek jî ku bi hinceta alîkariyê daye birîndaran û hatiye girtin jî axivî û got "Heke dermankirina birîndaran sûc be, her kesê alîkarî daye 198 hezar Kobaniyan ev sûc kirine. DAIŞ ku wekî rêxistina terorê hatiye qebûlkirin, Tirkiye û koalîsyon jî ev yek qebûl kiribûn. Lê bi van girtinan koalîsyon jî vî bûye hevparê vê sûcî. Ev rewşa ku hat jiyîn, hem bêhiqûqî ye û hem jî ne li gorî mafê mirovan e. Divê birîndar û xwediyê malê Mustafa Çîçek demildest serbest bên berdan."