Hunermenda Kurd Necah Osman jiyana xwe jidest da
Hunermenda Kurd Necah Osman jiyana xwe jidest da
Hunermenda Kurd Necah Osman jiyana xwe jidest da
Endama Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Hunermend Necah Osman piştî berxwedana sê salan bi nexweşiyeke giran re, roja yekşemê li nexweşxaneya Avrîn jiyana xwe dest da.
Hate ragihandin ku, Endama Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Hunermend Necah Osman li nexweşxaneya Avrîn roja yekşema borî jiyana xwe dest da. Cenazeyê Necah Osman bi beşdariya şêniyên herêmê û hevalên wê li gundê Hac Xelîl yê navçeya Reco ya Efrînê hate veşertin.
Necah Osman ku bi dilsoziya xwe ya bi hunera Kurdî re hatibû naskirin, di sala 1998’an bibû Endama Koma Engîzek ya Şano û filiklora Kurdî li Efrînê bû. Tevlî gelek şahî û cejnên netewî bibû, bi hevalê xwe Şehîd Yekta re gelek lîsitkên şanoyê pêşkêş kirin, her wiha wek pêşkêşvan gelek şahî û cejin li Heleb û tevahî bajarên Rojavayê Kurdistanê pêşkêşkirin. Sala 2013’an tevî ku nexweş bû jî tevlî cejna newrozê ya Efrînê bû.
Hevalên Necah Osman diyar kirin ku, ew nimûneya jinên ciwan ên kurd a Têkoşer bû, wê di rewşên herî teng de jî karên xwe bernedaye.
Necah Osman di sala 1980 li gundê Goliya jêrîn ji dayîk bûye, Necah Osman dayîka zarokekî ye, bi hevjînê xwe yê hunermend Selah Dilovan re xabatên xwe yên hunerî birêve dibirin.