HPG: Yekem koma gêrîla giha cihê xwe
HPG: Yekem koma gêrîla giha cihê xwe
HPG: Yekem koma gêrîla giha cihê xwe
Navenda Çapemenî-Ragihandinê (HPG-NÇR) piştrast kir ku, di çarçoveya pêvajoya vekişînê ya 8’ê Gulanê û vir ve destpêkir, yekemîn koma gêrîla giha Herêmên Parastina Medya ya Başûrê Kurdistanê.
HPG-NÇR ev daxuyanî da: “7’ê Gulanê Fermandariya Biryargeha HPG’ê daxuyaniyek da bû û dabû diyarkirin ku, ew dê li ser banga Rêbertiya me û çarçoveya biryara tevgea me, dê ji 8’ê Gulanê û vir ve hêzên gêrîlayan ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi vekişînê bikin. Yekîneya 15 kesî ya gêrîlayên me ji Bakûrê Kurdistanê roja 14’ê Gulanê di demjimêrên sibehê de gihane Herêmên Parastina Medyayê.”
Yekem dîmenên têkildarî vekişînê dê di demek kurt de di ANF’ê de bêne weşandin...