HPG: Vekişîn ji 8’ê Gulanê şûnde destpê dike

HPG: Vekişîn ji 8’ê Gulanê şûnde destpê dike

Fermandariya Biryargeha HPG’ê di derbarê vekişîna gerîlayan a derveyê sînor de daxuyaniyek da û diyar kirin ku, pêvajoya ‘Înşakirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk’ ya Rêber Apo daye destpêkirin ketiye qonaxake nû. HPG’ê da zanîn ku, piştî banga serokatiyê ya di Newroza Amedê ya dîrokî de, biryara agirbestê ya ji 23’ê Adarê şûnde kete meriyetê ji aliyê tevgera me ve bi rayagiştî re hat parvekirin û: “ Hêzên me yên gerîla li ser banga Rêber Apo û Konseya Rêveber a KCK’ê ji gelek qadan ligel şert û mercên dijwar yên xwezayê ji 8’ê Gulanê û şûnde dê ji bo pêvajoya vekişînê bikeve nava tevgerê.”

 HPG’ê wiha got: “Dîsa daxwaza Rêber Apo ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ya wek vekişîna derveyê sînor ji aliyê tevgera me ve hat nirxandin û biryara vekişînê hat dayîn. Ev biryar ji aliyê Konseya Rêveber a KCK’ê ve di 25’ê Nîsanê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya berfireh ji rayagiştî re hat aşkerakirin.”

HPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Gerîlayên me bi biryara ku tevgera me li ser esasa banga Serokatiyê de girt, bi serkeftinê xistiye pratîka xwe. Ligel vê HPG’ê nîqaşên berfireh meşandine û pêvajoya amadekariyê meşandin.  Amadekariya vekişîna gerîlayan a derveyê sînor hatiye asteke girîng.  Êdî ji bo ku vekişîna gerîlaya bi serkeftî temam bibe û rê li ber provakasyona venebe, nîqaş hatine meşandin, plansaziyeke berfireh û di esas rêxistinbûnê de sererastkirin û pozîsyon hatiye girtin.

Hêzên me yên gerîla l ise banga Rêber Apo û Konseya Rêveber a KCK’ê ji gelek qadan ligel şert û mercên dijwar yên xwezayê ji 8’ê Gulanê û şûnde dê ji bo pêvajoya vekişînê bikeve nava tevgerê.  Hêzên me yên vedikişin dê bên Qadên Parastina Medya ya Başûrê Kurdistanê. Tê hedefkirin ku komên me yên yekemîn dê din ava hefteyekê de bigihin Qadê Parastina Medya. Ev pêvajo dê bi awayekî rêxistinkirî û plankirî bimeşe. Di vê wateyê de ji bo pêvajo bi serkeftî encam bibe em diyar dikin ku emê li gorî 6 xalên ku Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’Ê diyar kiriye û hişyariya Serok Apo diyar kirine tevbigerin.”

YEK ALÎ SERKEFTIN NE PÊKANE

HPG’ê destnîşan kir ku, hewldanên yek alî ji bo serkeftinê têr nake û wiha hate gotin: “Bi taybet bi destpêkirina pêvajoya agirbestê li Bakûrê Kurdistanê çêkirina bendav, qerekolan roleke astengdar dilîze.  Keşfkirina wesayîtên hewayî yên bê mirov, vekişîna gerîlayan dereng dixîne, operasyonên leşkerî û sewqiyata leşkerî bandorek neyînî li ser pêvajoyê dike. ji bo ku hêzên me yên gerîla pevajoya vekişînê bi tempoyeke lezgîn pêk bîne divê hemû faliyetên kum e anîn ziman bê rawestandin û ev gelek girînge.

Em wek HPG’ê di 8’ê Gulana 2013’an de ji bo ku pêvajoya vekişînê bi serkeftinê temam bibe em çi bikeve milê me bikin.  Her wiha ji bo ku ev pêvajo bigihêje serkeftinêdivê gelê me û rêxistinên civaka sivîl û rayagiştî ya demokratîk rola xwe bilîze.”