HPG: Li Elkê operasyon bi kemîn danînê didome

HPG: Li Elkê operasyon bi kemîn danînê didome

HPG’ê ragihand ku, artêşa Tirk li navçeya Elkê ya Şirnexê di dema vekişîna gêrîlayên HPG’ê de faliyetê kemîn danînê birêve dibin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG-NÇR) daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku, artêşa Tirk li ‘Çemê Pir’ û ‘Pirzarê’ faliyetê kemîn danînê birêve dibin.

Di daxuyaniya HPG-NÇR’ê de hate gotin ku, “Di rojên 11-12’ê Gulanê de leşkerên artêşa Tirk ya dagirker li derdora Çemê Pir û Pirzarê yên navçeya Elka Şirnexê operasyonên kemîn danînê dikin.”

LI SASONÊ KEMÎN DANÎN

Duh li gorî çavkaniyên herêmê hatibû ragihandin ku, bi heman awayî li navçeya Sason ya Êlihê kemîn têne danîn.

Hatibû îdiakirin ku, kemîndanînên il herêmên Serêspî û Zoverserê yên navçeya Sasonê ji aliyê cerdevanên gundê Cemalê, Hargork û leşkerên qereqola gundên Kaxikîkê peywirdarin tên avêtin.