HPG: Koma 2’mîn ya gêrîlayan giha herêmên Parastina Medyayê

HPG: Koma 2’mîn ya gêrîlayan giha herêmên Parastina Medyayê

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) di derbarê vekişîna koma duwemîn ya gêrîlayên HPG’ê de daxuyaniyek da. HPG-NÇR’ê ragihand ku, koma duwemîn ya 17 kesî gihane Herêmên Parastina Medyayê.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihand ku, di çarçoveya pêngava ‘Avakirina Jiyanekî Azad û Rizgariya Demokratîk’ de duwemîn koma gêrîlayên HPG’ê ya 17 gêrîlayî ji Bakûrê Kurdistanê dest bi vekişînê kirin di 15’ê Gulanê de gihan Herêmên Parastina Medyayê.

Gêrîlayên HPG’ê ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8’ê Gulanê û vir ve dest bi vekişînê kirin, îro di demjimêrên sibehê de koma duwemîn ya gêrîlayên HPG’ê ya ji 17 gêrîlayan pêkdihat derbazî Başûrê Kurdistanê Herêmên Parastina Medyayê bûn. Koma gêrîla ya di bin fermandariya Seyda Gabar û Sosin Alan ku ji herêma Botanê hatin ya 10 jê xort û 5 jê jin, li gel du qûryeyan derbazî Herêmên Parastina Medyayê bûn.

Duh jî koma destpêkê ya gêrîlayên HPG’ê ya 15 gêrîlayî bi meşa 7 rojan ji Wanê hatin, derbazî herêma Metînan ya Herêmên Parastina Medyayê bibûn.