HPG'ê 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
HPG'ê 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
HPG'ê 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
HPG'ê bi daxuyaniyekê 2 gerîlayên ji Mêrdîn û Amedê yên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî.
Di daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG'ê de weha hat gotin: "Rêhevalên me yên mêrxas Ekrem Rêdar û Kûrtay Faraşîn, ku nirx li nirxên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zêde kirine, di demên cûda de tevlî karwanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê bûn. Ji malbatên wan ên welatparêz re, Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ji bo bîranîna şehadeta rêhevalan, name şandine û li pêşberî şehadeta wan, soza xwe ya bilindkirina têkoşînê dûbare kiriye."
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane weha ye:
Mehmet Kiran (Kûrtay Faraşîn)
Li Mêrdînê ji dayik bû, di Adara sala 2013'an de jiyana xwe ji dest da.
Lokman Bektaş (Ekrem Rêdar)
Li Amedê ji dayik bû, di 9'ê Tîrmeha sala 2009'an de li qada Zapê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.