Hozan Mizgîn li Efrînê hate bibîranîn

Hozan Mizgîn li Efrînê hate bibîranîn

Li Efrînê Hozan û gêrîlaya PKK’ê Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) a ku sala 1992’an de di nava tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da bû hate bîranîn.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê, ji bo bîranîna gêrîlaya PKK’ê Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) semînerek hate lidarxistin. Semîner bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre helbestên li ser Hozan Mizgîn ji aliyê Ridwan Şîlan ve hatin xwendin.

Di semînerê de Endama kordînasyona Yekîtiya Star Arşem Efrînî axivî û bal kişand ser Hozan Mizgîn û bandora stranên wê yên netewî li ser şoreşa azadiyê û tevgera jina Kurd. Efrînî destnîşan kir ku, Hozan Mizgîn ne tenê jinek stranbêj bû, di heman demê de di kesayeta xwe de nimûneya jina Kurd a şoreşger ku teslîmkarî nepejirandibû.

Helbestvan Axîn Welat jî helbestên xwe yên li ser Hozan Mizgîn pêşkêş kirin. Di semînerê de komên jina ku girêdayî navenda çand û hunerê stranên Hozan Mizgîn pêşkêş kirin. Mamoste Menan Ehmed raporek ku li ser jiyana Mizgîn amadekiribû ji beşdaran re xwend.

Her wiha di semînerê de hunermend Hediyar stranên Hozan Mizgîn striyan û Koma Engîzek a Zarokan jî stran pêşkêş kirin. Semîner bi sloganan dawî bû.