Hozan Mizgîn li Colemêrgê hate bibîranîn

Hozan Mizgîn li Colemêrgê hate bibîranîn

Li Colemêrgê Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) bi çalakiyek ya bîranînê hate bîranîn.

Li Colemêrgê ji bo bîranîna gêrîlaya PKK’ê Hozan Mizgîn ku li Navenda Çand û Huner ya Feqiyê Teyran ya di binya Şaredariya Colemêrgê de çalakiyek pêkhat, Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) û gêrîlayên PKK’ê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Di programa bîranînê de Hevserokên BDP’a Colemêrgê Esmer Tekîn û Rehmî Kurt, alîkarên Şaredar Hatîce Demîr û Metîn Kazandioglû, Dayîkên Aştiyê, endamên Meclisa Şaredariyê, xwendekarên dersxaneyê û gelek welatî tevlî bûn. Programa ku bi deqîqeyek li ser giyanê kesên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir, sînevîzyonekî jiyana Hozan Mizgîn û kesên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane hate pêşandan.

Piştre ji xebatkarên navenda çandê Dîlan Çîftçî helbesta binavê “Xatira te” xwend. Program bi stranên koma Hêviyê Simbil ya girêdayî navenda çandê bidawî bû.