Hozan Comert hat binçavkirin

Hozan Comert hat binçavkirin

Hozan Comert ku ji bo beşdarî konsera DODEF'ê ya ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê, ji Elmanyayê hat Tirkiyê li Balafirgeha Sabîha Gokçen hat binçavkirin.

Hozan Comert ji bo tevlî konsera DODEF'ê ya bi armanca alîkariya bi Rojavayê Kurdistanê û daxwaza mafê perwerdeya zimanê dayikê bibe, îro danê sibê ji Elmanya hat Tirkiyê. Lê belê saet li dora 06.25'an de li Termînala Beşa Derve ya Balafirgeha Sabîha Gokçen ji aliyê polêsê balafirgehê ve hat binçavkirin. Parêzer Rêzan Sarica da xuyakirin, ku Hozan Comert ji bo demekê li nuqteya polêsan a balafirgehê hatiye sekinandin, ji kontrola tenduristiyê hatiye derbaskirin û ew radestî Edliya Kartalê ya li Cevîzlî kirine. Sarica diyar kir ku, ji ber der heqê biryara binçavkirinê de ji wan re agahî nehatiye dayîn ew nizanin sedema lêpirsînê çiye û ragihand, ku ew li bendê ne Hozan Comert di saetên pêş de derxînin pêşberî dozgeriyê.