Hizbî Zehmetkêşan jî tevlî kampanya azadî ji bo Ocalan bû

Hizbî Zehmetkêşan jî tevlî kampanya azadî ji bo Ocalan bû

Di kampanya azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Başûrê Kurdistanê hat destpêkirin, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan jî tê cihê xwe girt.

Kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Başûrê Kurdistanê bi armanca komkirina mîlyonek îmzeyan destpê kir, di demeke kin de belav bû û heta niha bi sedhezaran îmze hatine berhevkirin. Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan jî bi daxuyaniyekê diyar kir, ku ew weke partî di kampanyayê de cihê xwe digirin.

Ji Însiyatîfa Îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan Kawa Nadir Kadir û Serdar Star çûn navenda giştî ya Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan a li Hewlêrê. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Behman Huseyîn, di serdanê de diyar kir ku ew vê hewldanê erênî pêşwazî dikin û dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê serbest were berdan. Huseyîn ragihand ku ewê weke partî piştigiriyê bidin kampanyayê. Tevî Behman Huseyîn, endamên Polîtburo yên Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Goran Celal, Bêkes Kadir û Hîwa Seyid Selîm ên di hevdîtinê de amade bûn, metna kampanyayê mor kirin.

Li dû hevdîtinê endamê Polîtburo yê Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan Hîwa Seyid Selîm daxuyaniyek da çapemeniyê û destnîşan kir, ku ew weke partî bi hemû sazî û navgînên xwe di xizmeta kampanya îmzeyan de ye. Selîm xwest ev kampanya bibe wesîle ji bo azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê.